Rageşiya li Hurmuzê zêde dibe
Agirbesta hesas a di navbera Îran û DYE’yê de li gel şer û pevçûnên li Tengava Hurmuzê û îdîayên êrîşên li ser Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî ji nû ve kete talûkeyê.
Agirbesta hesas a di navbera Îran û DYE’yê de li gel şer û pevçûnên li Tengava Hurmuzê û îdîayên êrîşên li ser Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî ji nû ve kete talûkeyê.
Di gel ku tansiyona li Tengava Hurmuzê bi lez zêde dibe, Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî diyar kir ku ew ji aliyê Îranê ve hatiye hedefgirtin. Wezareta Karên Derve ya ya Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî tiştên rû dane weke ‘’rageşiyeke bitalûke’’ pênase kirin û ragihand ku ew mafê xwe yê bersivdayînê veşartî digirin.
Televîzyona dewletê ya Îranê jî îdîayên berbehs red kirin, got ku Îranê niyeta hedefgirtina Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî tune ye û ‘’serpêhatîperestiya leşkerî ya DYE’yê’’ ji geşedanên berbehs berpirsiyar girt.
JI DYE’YÊ OPERASYONA HURMUZÊ
Serokê DYE’yê Donald Trump bi armanca jinûvedestpêkirina trafîka li herêm ya ku ev du meh in sekiniye, operasyona leşkerî ya bi navê ‘’Project Freedom’’ xist dewrê. Trunp got ku ger keştiyên DYE’yê werin hedefgirtin ew ê bi awayekî tund bersivê bidin Îranê.
LI KEŞTIYÊN ÎRANÊ XISTIN
Fermandarıya Hêzên Navendî yên DYE’yê ragihand ku du keştiyên bazirganiyê yên DYE’yê bi serkeftî ji Tengava Hurmuzê derbas bûne û Îranê jî ev yek derewand. Her wiha hêzên DYE’yê dan zanîn ku bi egera gefa li hemberî bazirganiya behrî wan 6 keştiyên Îranê îmha kirine.
ÊRÎŞA HEWAYÎ YA LI SER MÎRNÎŞÎNÊN EREBÎ YÊN YEKBÛYÎ
Di çarçoveya êrîşên li ser Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî de hate ragihandin ku tesîseke petrolê ji aliyê balafirên bêmirov ve hatiye hedefgirtin û li tesîsê şewat derketiye. Di encama bûyerê de sê welatiyên Hindistanî birîndar bûne û rayedarên Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî dan zanîn ku ji çar moşekên ku tê îdîakirin ji laiyê Îranê ve hatine avêtin sê hatine îmhakirin û yek jî ketiye behrê. Tankereke aîdî şîrketa petrolê ya navneteweyî ya bi navê ADNOC jî bi balafirên bêmirov hate hedefgirtin.
MERZ: DIVÊ DORPÊÇ BI DAWÎ BIBE
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz têkildarî geşedanan bang li Îranê kir ku vegere ser maseya muzakereyan û got: ‘’Divê dorpêça li Tengava Hurmuzê bi dawî bibe.’’
BUHAYÊ PETROLÊ ZÊDE BÛ
Rageşiya berbehs bandor li piyaseyên petrolê kir. Buhayê warîleke petrola Brent ku referansa navneteweyî ye li gel zêdebûna ji sedî 5’an ji 114 dolaran derbas bû.